• Saturday, 21 February 2026
logo

Almanya derbarê Incirlîkê 2 hefteyan muhlet dide Tirkiyê

Almanya derbarê Incirlîkê 2 hefteyan muhlet dide Tirkiyê
Almanya ji bo çareserkirina krîza Încîrlîkê 2 hefte wext dide Tirkiyê.

Li gor nûçeya “Der Spiegel” Almanya dê heta 2 hefteyan jî digel Tirkiyê ji bo çarserkirina pirsa Încîrlikê danûstandinan bike. Ger Tirkiye dîsa jî rê nede Parlementerên Almanyayê serdana leşkerên Alman yên ku li bingeha Încîrlikê dimînin bikin, ew ê birayara vekşandina hêzên xwe bidin dengdayînê.

Ji aliyekî din ve Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ragihand ku, ger parlementerên ku dê serdana Încîrlikê bikin bi dilê wan be rêgiriya wan nakin.

Li bingeha Încîrlikê 260 leşkerên Almanyayê dimînin. Ji ber ku Tirkiye berî niha rê nedabû Parlementerên Almanyayê serdana leşkerên xwe bikin, hikûmeta ALmanyayê jî hizir kiribû ko hêzên xwe veguhezîne bingeha Urdinê.

Basnews
Top