Gelek parlamenterên Iraqê helmetek dijî referandoma herêma Kurdistanê dane destpê kirin
Serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du rojên borî de li gel serdana Barzanî ya Urdinê û Bulgaryayê helmetek berfireh ji aliyê çend parlamenter û gelek kesên din ve li dijî referandom û serxwebûnê destpê kiriye. Di axaftinên wan de gef tên xuyakirin. Em hest bi vê yekê dikin ku dixwazin şeqamên Iraqê bixin tevgerê li dijî referandomê, dibe ku destpêkek be ku Ebadî bixin bin fişarê û tehrîk bikin li dijî referandomê raweste, ji ber Ebadî nerm nêzîk dibe û amadebûna xwe ragehandiye ku di vê derbarê de gotûbêj bên kirin.’’
Serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê got: ‘’Parlamenterek sunne wan rojên borî behsa vê yekê kir ku Kurdistanê dervey kebab û mast ti tiştekî xwe tineye, em jî ji wan re dibêjin eger herêma Kurdistanê neba naha li Iraqê tiştek bi navê sunne nemabû.’’
Heman demê vê derbarê de endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî jî ragehand: ‘’Em guman dikin gelek kes kirê hatibin girtin û bi pare li dijî herêma Kurdistanê xistibin tevgerê ku daxuyaniyan bidin, ev yek jî coreyek xwe firoşiye.’’
Basnews
