Êrîşa terorîstiya bajarê Mîna li Misirê şermezar dike
Teksa peyama sersaxiyê:
Em, êrîşa terorîstiya hovane ku duhî (26.05.2017) bo ser du otobusên rêvingên bajarê Mîna li Misirê ber bi dêrêkeê dicûn hat kirin û di wê êrîşê de nêzîkî sê hevwlatiyên Qîbtî jiyana xwe ji dest da û hijmareke din jî birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dikin.
Hevxemî û hederdiyê bi malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwaz in û ji birîndaran re daxwaz selametiyê dikin.
Di demekê de ku kiryarên terorîstî li gelek deverên cîhanê çendbare dibin, divê civaka navdewletî cidîtir li ser vê pirsê helwest bigire û bi destkeî bihêztir rûbirûyê grûpên terorîstî û bi taybetî bi awayekî berfirehtir berhingarî fikira tariya terorîstan bibe.
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
26.05.2017
