ŞINGAL – Çekdarên nenas êrişî Pêşmerge kirin
Nûçegihanê Rûdawê li Şingalê ragihand: "Li Çiyayê Şingalê çend çekdaran gule berdane pêşmergeyekî ser bi Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê."
Peyamnêrê me got, di encama wê êrişê de, pêşmergeyê bi nave Newaf Mîrza Murad ku temenê wî 40 salî bûye, canê xwe ji dest daye û şehîd bûye.
Li gorî zanyariyan, ew pêşmerge ser bi Batalyona 10 a Fermandeyiya Hêza Pêşmerge ya Şingalê ye.
Rudaw
