Tirkiya: Biryara Amerîkayê dijî zêrevanên Erdoganî şaşe
Hsên Miftî Oxlo, peyivdarê Wezareta derve ya Tirkiya di beyanekê de ragehand; Hikumeta Tirkiya biryara lijneya peywendyên derve ya Kongirêsê Amerîka dijî zêrevanên Receb Teyb Erdogan, serokomarê Tirkiya day, ret dike û bi dîtina Tirkiya, babet bi rengekê şaş hatîye darêtin û gihorîn.
Di beyanê di hatye jî; alozî ji wê egerê çêbûye ku Hêzên Êmnahyê yên Amerîkî neşiyayne bi drustî bi karê xwe rabibin û Serokê Tirkiya û şanda wî biparêzn.
Şazdey vê Mehê li nêzîk balyozxaneya Tirkiya li Waşinton, alozî di navbera zêrevanên Erdoganî û jimareyeka xwenîşanderên Kurd û Tirk de çêbibûn û mîdyayên Amerîkî babet bi dijwarî rexne kirbû.
Waar.tv
