Gorran daxwaz dike komîteya hevbeş a li gel YNKê bê hilweşandin
Berpirsê Tevgera Gorran ê dervey welat Ziyad Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fişareke civakî heye ku divê Gorran li komîteya hevbeş a YNKê derkeve, ji ber pêwîstbû di dema borî de 22 civîn hatibana kirin, lê yek civîn hatiye kirin û ew civîn jî bê encam bû.
Herwaha got: ‘’Ji ber vê ew fişar geheştiye civata giştî û niştimanî ya Tevgera Gorran ku civîn bên rawestandin.’’
Vê derbarê de endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çavciwan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hîn ew komîte heye, lê pir çalak nîne û dibe di paşerojê de gotûbêj vê derbarê de bên kirin.’’
Basnews
