• Saturday, 21 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê:Heşda Şeibî hejmarek gundên Şingalê dagîrkirine

Qaymeqamê Şingalê:Heşda Şeibî hejmarek gundên Şingalê dagîrkirine
Qaymeqamê Şingalê ragehand ku, Heşda Şeibî hejmarek ji gundên Kurdan li Qeyrewan derdora Şingalê dagîrkirine û niha jî ber bi gundê Koço pêşveçûnan dikin.

Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, Heşda Şeibî çend gundên devera Şingalê dagîrkirine, ev reftarên Heşda Şeibî wiha dike ku, welatiyên Kurdên Êzdî ne amadebe vegerin devera Tel Benat, Tel Qeseb û navçeyên din yên ku, Heşda Şeibî tê de dimînin.

Herwiha Qaymeqamê Şingalê da zanîn ku, bi Şingaliyan xweşbû ku, ew bi xwe birînên xwe dermanbikin û li deverên xwe vegerin, herwiha xwe jib o vê yekê amadekiribûn, lê piştî dagîrkirina Heşda Şeibî rêz ji daxwazên wan re negirt.

Mehme Xelîl aşkere kir ku, em li hatina Heşda Şebî nehatine agehdarkirin, ti hemahingiyên me ligel de nine, em naxwazin li devera Şingal bimînin ji ber ku, bi hebûna wan devera Şingal aloz dibe.

Basnews
Top