• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Brîtanya di konserekê de teqîn pêkhat: 22 kuştî û 59 birîndar

Li Brîtanya di konserekê de teqîn pêkhat: 22 kuştî û 59 birîndar
Li Bakûrê Brîtanyayê li bajarê Manchester li qadeke konserê teqînek pêkhat. Di teqîna ku pêkhat de 22 kesan jiyana xwe ji dest da, 59 kes jî birîndar bûn.

Li gor berpirsê polîsê Manchester Lan Hopkins; Guman heye bûyer êrîşeke terorî ye û ji aliyê kesek xwekuj ve pêkhatiye.

Herwaha berpirsê polîsê Manchester Hopkins rojnamevanan re daxuyaniyek da û ragehand; ‘’Kesê êrîşkar li ser xwe bombe girêdabû û êrîşkar wekî ku xwe teqand bixwe jî li cîhê bûyerê mir.’’

Berpirsê Polîs, ew êrîş wek êrîşa herî metirsîdar a li herêma Manchesterê hatî jiyan kirin pênase kir.

Teqîn piştî konsera stranbêja pop a Amerîkî Ariana Grande pêkhat.

Basnews
Top