Amerîka: Divê piştî şerê Mûsilê PKK ji Şingalê derkeve
Heftenameya Bas, ku hejmara wê ya nû îro derket, di raportekê de ragihandiye ku yek ji armancên serdana serokê Amerîka Donald Trump ew e ku hêzên alozker li Rojhilata Navîn bê bandor bike.
Li gorî raporta Basê, Amerîka dixwaze rola PKKê li Şingalê rola Heşda Şeibî li Iraqê her wiha rola Hizbullala Libnanê li Sûriyê nehêle û destê wan kurt bike.
Tê gotin ku Amerîka dê piştî şerê Mûsilê, fişarek mezin bixe ser PKKê da ku ji Şingalê derxîne.Jixwe wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîka Jonathan Cohen gotibû, piştî şerê Mûsilê divê PKK ji Şingalê derkeve.
Wî rayedarê Amerîkî gotibû, piroseya derxistina PKKê ji Şingalê dê bi hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê pêk were. Vêca yan divê PKK bixwe derkeve yan jî dê bi zorê were derxistin.
Di raporta Basê de hatiye gotin ku Amerîka dixwaze PYDê ji PKKê dûr bixe û wê û ENKSê li hev bîne û baregehên ENKSê bide vekirin, pêşmergeyên Rojava jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bike, her wiha di navbera PYD û Tirkiyê de hevdîtinê bide destpêkirin.
Çavdêrê serbazî Mihêdîn Yûnis jî li ser derxistina PKKê li Şingalê û hebûna Heşda Şeibî li Iraqê ji Basê re gotiye, PKK û Heşda Şeibî xizmeta pilan û ajandayekî dikin ji ber wê jî Amerîka naxwaze ev her du hêz ti roleka wan hebe. Helbet dê ji bo her yek ji wan pilaneka taybet pêk bîne.
Siyasetmedarê kurd û serokê berê yê konseya niştimanî ya Sûriyê Ebdulbasit Seyda jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, Amerîka dê pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bike û roleka baş jî bide wan. Trump ji bona ku cihê piyê xwe li Sûriyê qahîm bike bi Barzanî û Tirkiyê re kar dike.
Ebdulbasit Seyda her wiha gotiye, hebûna PKK û PYDê li Rojavayê Kurdistanê demkî ye û dê heta hetayî li wir nemînin ji ber ku ew tenê pilan û stratejiya xwe bicîh tînin.
Basnews
