• Saturday, 21 February 2026
logo

YPGê artêşa federasyona bakurê Sûriyeyê dadimezirîne

YPGê artêşa federasyona bakurê Sûriyeyê dadimezirîne
Piştî DYAyê çekên giran dane ​YPGê​, ​bireveberiya xweser ​amadekariyan dike daku artêşeke nîzamî ava bike ji bo parastina Federasyona Bakurê Sûriyeyê.
​Li gorî malpera Al Qudsê, aktivîstên kurd ragihandiye ku Yekîneyên Parastina Gel, focên nû damezirandine û deriyên xwe ji ciwanên xwebexş re vekirin daku tev li wan focan bibin. Aktivîst dibêjin ku armanca damezirandina van focan ew e ku artêşekê fermî nîzamî çêkin daku herêma federasyona bakurê Sûriyeyê biparêze.​
​Aktivîstê kurd derbarê artêşa ku dê were damezirandin de wiha dibêje: "Niyeta Artêşa nû ya ku li gel hêzên xweparastinê dê herêma federasyona bakurê Sûriyeyê biparêze, ew e ku derî li ber bi hezaran ciwanên xwebexş ên kurd, ereb, suryanî, çerkes vekin daku tev li wan bibin".​
Herwiha pisporê siyasî Zêd Sifûk derbarê mijarê de wiha dibêje: Bi êz şerê YPGê li dijî DIŞIa terorîst dişopînim û li gel hêzên wî yên asayî, hejmara şervanên wan ên jin û merê gihiştiye 70 hezarî ku ev jî tê wê wateyê ku hemû aliyên leşkerî û aborî yên projeyê temam bûne, nexasim ku hemû bîrên petrolê kontrol dike û dergehê sînorî yê Sêmalka kontrol dike ku gelekî giring e."
Top