Tirkiyê gazî li Balyozê Amerîka kir
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat, hêzên ewlekariya Amerîka li hember pasewanên Wezîrê Derve li Washingtonê bêrêzî kirine û ev yek ji Balyozê Amerîkayê re bi aşkera hatiye gotin û bûyer hatiye şermezarkirin. Her weha ji rayedarên Amerîkayê hatiye xwastin lêpirsînê derbarê bûyerê de bikin.
Dema serdana Serokomarê Tirkiyê de, li pêş Balyozxaneya Tirkiyê yê li Washingtonê, komên alîgirên Erdogan û dijberên wî pevçûn çê bûbûn û pasewenanên Erdogan jî beşdarî tevliheviyê bûbûn û di encamê de 9 kes birîndar bibûn.
Piştî bûyerê rayedarên Amerîka gazî li Balyozê Tirkiyê kiribûn. Herwiha senetorekî Amerîkî jî daxwaza derkirina Balyozê Tirkiyê kiribû.
K24
