Sûriye: Em piştgiriyê didin daxwaza kurdan
Şêwirmendê Civata Wezîran a Sûriyê Ebdulqadir Ezuz ku serdana Bexdayê kiriye, ji Rûdawê re da xuyakirin, ku hikûmeta Sûriyê dibîne ku Kurd beşek in ji dîroka hevçerx a Sûriyê, û ew piştevaniya daxwazên Kurdan ên derbarê bicihkirina sîstema nenavendiya îdarî li Sûriyê de dikin.
Ebdulqadir Ezuz got: “Berî her tiştî dewleta Sûriyê li xelkê me yê Kurd dinêre wek pêkhateyke çandî ku em ji ber wê serbilind in, û di heman demê de ew beşekî sereke ne ji dîroka hevçerx a Sûriyê. Dewleta Sûriyê piştevaniya bîr û nerînên Kurdî dike derbarê nenavendiya îdarî de, di heman demê de ew piştevaniya her nêrînekê dike, ku ew nêrîn di encama lihevkirinê de çê bibe, û di çarçoveya destûra Sûriyê de be.”
Bi gotina Ezuz, ew bi hebûna kurdan li Sûriyê serbilind in û destnîşan kir, ku di destûra Sûriyê de bi awayê zelal hatiye gotin, ku ti cudahî di navbera pêkhateyên Sûriyê li gor ol, netew, reng an jî ziman nayê kirin.
Ebdulqadir Ezuz li ser vê mijarê wiha ji Rûdawê re axivî: “Em serbilind in ji ber xelkê xwe yê Kurd li Sûriyê, û dewleta Sûriyê jî dema ku bingeha dewleta yasayê datîne û têgeha welatîbûnê xurt dike, bi awayekî zelel jî ev di destûra Sûriyê de û di xala 33 an de hatiye, ku her kes xwediyê maf û erkê xwe ye bi awayekî wekhevî parastî be, ti cudahî nayê kirin, li ser bingeha ol, netewe, reng û ziman.”
Partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê piştî şer û aloziyên 6 sale yên li Sûriyê, daxwaza sîstemeke federalî ji bo Sûriyê û rêveberiyeke herêmî ji bo Rojavayê Kurdistanê dikin.
Li çend herêmên Rojavayê Kurdistanê niha rêveberiyên xweser hatine avakirin. Ew rêveberî, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatine avakirin.
Di buhara îsal de, PYDê kongreyek li bajarokê Rimêlanê jî li dar xist û piştre sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê hat ragihandin.
Ji aliyekê din ve, Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku di çarçoveya Dijbereya Sûriyê de cih digire û di danûstandinên Cinêv û Astana yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de beşdar dibe, daxwaza federaliyê ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike.
Rudaw
