Mesrûr Barzanî û John McCain civiyan
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku Serokatiya şanda Kurdistanî dike yaku niha li Amerîkayêye, îro li Washingtonê li gel Senatorê Komariyan John McCain civiya.
Mesrûr Barzanî û John McCain behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî ya bo hêzên pêşmerge kirin.
Her di civîna han de behsa çend mijarên din yên weke pêşeroja têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, Îraqa piştî DIŞIê û rewşa deverê bi giştî hate kirin.
