Kurd tenê li ser serxwebûnê li gel Bexdayê danûstandin dike
Endamê Parlamentoya Iraqê Xoşewî Xelîl ragehand, berî niha Herêma Kurdistanê û Bexda gelek danûstandin li ser pirsên darayî û firoştina petrolê kiribûn, lê Bexda panebendî pê nekiribû, di encam de Herêma Kurdistanê rastî kirîzeke darayî jî bibû.
Wî parlamentoyî da zanîn ku, niha Kurdistan di qonaxeke din de ye û tenê wê li ser pirsa referandom û serxwebûna Kurdistanê li gel Iraqê danûstandinan bike.
Xoşewî Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku, navmala Şîe hemû ne yeke dengin, ewên bi ser Nûrî Malikî de giringiyê bi gotinên Hekîm nadin, lewma wê yekê dibije.
