Nêçîrvan Barzanî: Me gelek karên hevbeş ligel Newşêrwan Mistefa kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro bi serdanekê gihêşte Silêmaniyê û girê Zergete tacegulek danî ser gora Newşêrwan Mistefa û di konferaseke rojnamevanî de bi navê Serok Barzanî û serkirdayetiya PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemî û serxweşiya xwe arasteyî malbata Newşêrwan Mistefa û endam û alîgirên Tevgera Goranê kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “Gûman di wê tune ye ku nakokiyên siyasî di navbera me de hebûn, lê heger li karên hevbeş temaşe bikin, her ji dirustbûna bereya Kurdistanê ligel bavê min Îdrîs Barzanî û piştre ligel Cenabê Serok Mesûd Barzanî, herwiha serxistina raperîna sala 1991an, ku bi hev re plana wê danabûn û serkeftin bidest xistibûn.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: “Piştre di nivîsandina destûra tevahiya Iraqê de roleke bilind ya Kak Newşêrwan hebû, ligel Cenabê Kak Mesûd û Mam Celal û biraderên din. Di wê westgehê de destkefteke mezin bo gelê xwe bidest anî. Hêvîdar in di vê demê de jî ligel Tevgera Goranê û aliyên din yên siyasî karibin karê baştir bikin.”
K24
