Barzanî û Mesûm li Urdinê civiyan
Mesûd Barzanî û Fuad Mesûm li bajarê Emmanê, beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanî ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ye, bûn û di forûmê de çendîn hevdîtin û civîn pêk anîn.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokomariya Iraqê ve hat, îro di civîna Barzanî û Mesûm de li ser pêwendiyên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser geşedanên siyasî yên li herêmê hatiye axaftin.
Forûma Aboriyê ya Cîhanî ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ye bi beşdariya hezar serok, şah, serkirde û bazirganên 50 welatên cuda, di 19ê Gulanê de dest pê kir û heta 21ê Gulana 2017an berdewam e.
Rudaw
