• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka dê lêkolînê lidor reftarên pasewanên Erdogan bike

Amerîka dê lêkolînê lidor reftarên pasewanên Erdogan bike
Wezareta derve a Amerîkayê ragehand; Amerîka desthelatdarên Tirkiyayê li ser dilgranîya xwe himberî reftarên pasewanên Erdoganî di gel xwenîşaderên Kurd agehdar dike.
Peyivdarekî bi navê wezareta derve a Amerîkayê, jibo ajansa Tas a Rosî aşkira kir; reftarên pasewanên asayîşa Tirkiya li heftîya borî li waşinton, Amerîka li ser astên bilind dilgran kirne.
Aşkra jî kir; bi lêkolîneka hûr di wan rûdanan de, wê şiyan hebin, berpirsên wê rûdanê siza biden, ew yek jî gringitrîn kare jibo wan.
Herwisa da zanîn, li çarşemba borî, balyozê Tirkiya jibo wezareta derve hate gazîkirin, du ji pasewanên Erdoganî jî bo demekê kêm hatine desteserkirin.

Sêşemba borî pasewanên Erodgan êriş kir bû ser xwenîşaderên kurd, ên dijî seredana wî xwenîşadan kirîn, Con Mekkîn, sînatorê Amerîkayê jiber wê yekê daxwaza derxistina balyozê Tirkiyayê ji Amerîkayê kir bû.

War.tv
Top