• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî yê Şîeyan beşdarî merasîma veşartina Newşîrwan Mistefa bû

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî yê Şîeyan beşdarî merasîma veşartina Newşîrwan Mistefa bû
Şandeke bilind a Hevpeymaniya Niştimanî bi serokatiya Emmar Hekîm bi armanca beşdarbûna li rêûresmên veşartina termê Newşîrwan Mistefa gihîşt Silêmaniyê û beşdarî wê rêûresmê bû.

Nûçegihana Rûdawê ji balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê ragihand ku şandeke bilind a Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyan bi serokatiya Emmar Hekîm gihîşt Silêmaniyê û ji aliyê cîgirê serokê parlemena Iraqê Aram Şêx Mihemed û Wezîrê Koç û Koçberiyê ya Iraqê Derbaz Mihemed û her wiha hejmareke parlementer û berpirsên Goran ve hatiye pêşwazîkirin.

Li Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Emmar Hekîm li ser koça dawiyê ya Newşîrwan Mistefa diltengiya xwe anî ziman û ragihand ku ew Tevgera Goran di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de weke hêzeke bandor û girîng dibînin.

rudaw
Top