Times: Başûr û Rojava dibin Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe
Rojnameya The Timesê behsa hewldan û xebatên serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku ‘Rojavayê Kurdistanê' û ‘Başûrê Kurdistanê' wê bibin dewleteke serbixwe.
Hêjayî gotinê ye ku partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê PDK û YNK ji bo encamdana referanduma serxwebûnê komîsyonek ava kirine û li gorî daxuyaniyên rayedarên Herêma Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku di demsala payîzî de li herêmê dengdayîna referandumê were lidarxistin.
