Hesen Rûhanî dîsa bû serokomarê Îranê
Duh li Îranê 12emîn hilbijartinên serokomariya Îranê hatin lidarxistin. Di hilbijartinên vê carê de 4 namzedan hevrikî dikirin.
Li gorî encamên nefermî, heta niha Hesen Rûhanî kariye zêdetirî nîvê dengan bi dest bixe. Tê gotin ku Rûhanî ji 40 milyon deng 22 milyon deng bi dest xistiye.
Encamên fermî dê îro ji aliyê Wezareta Hundir ve were ragihandin.
Li ser vê yekê, berpirsa siyaseta derve ya YE Federîka Mogherînî jî li ser rûpela xwe ya twîtterê pîrozbahî li Rûhanî kir û ragihand, YE amade ye pêwendiyên xwe bi Îranê re bi taybet di warê bicîhanîna rêkeftina etomî de bihêztir bike.
Ev cara duyemîn e Rûhanî dibe serokomarê Îranê. Heyama serokomariyê li Îranê 4 sal e.
Basnews
