• Saturday, 21 February 2026
logo

Civata wezîran sersaxiyê ji malbata Newşêrwan û Tevgera Goranê re dixwaz e

Civata wezîran sersaxiyê ji malbata Newşêrwan û Tevgera Goranê re dixwaz e
Bi minasibeta wefatkirina xwedêjêrazî Newşêrwan Mistefa koordînatorê Tevgera Goranê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxiyê ji malbat û kesûkarên xwedêjêrazî re dixwaz e.

Teksta peyamê:

Bi minasibeta wefatkirina xwedêjêrazî Newşêrwan Mistefa, koordînatorê Tevgera Goranê, sersaxiyê ji malbata wê ya birêz, tevgera Goran, timama endam, alîgir, dost û cemawerê Tevgera Goranê re dixwazin û hevxemî û hevderdiyê pê re parve dikin.

Ji Xwedayê dilovan daxwaz dikin xwedêjêrazî bi buheşta xwe şad bike û ev xem û kovana dawiyê ya malbata xwedêjêrazî û Tevgera Goranê be.

Em hêvîdar in Tevegra Goran li ser xebat û tekoşîna xwe ya ji bona bidestveanîna nefên rewayên gelê Kurdistanê û armancên xwe berdwwam be ku birêz Newşêrwan Mistefa ji bona wan armancan jîyek dirêj ji xebat û pêşmaegatiyê bi rê kir.

Careke din em hevxemî û hevderdiya parve dikin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
19.05.2017



Top