Çavuşoglu: McGurk piştevaniya PKKê dike
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di weşana zindî ya NTVyê de ji bo serdana Serokomar Recep Tayyip Erdogan a Amerîkayê ragihand peyva ku ji bo operasyona Reqqayê ‘em ê li YPGê bidin' neyînî nehat dîtin. Cihê ku YPG lê hebe em tevlî wê operasyonê nabin.
Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe got: "Ji bo hevkariya dijî DAIŞê hinek şertên me jî hene. Cihê ku YPGyî li wir bin em li wir namînin. Em ê li hemberî YPGê qaîdeyên angajmanê bikar bînin. peyva me ‘em ê li YPGê bidin' neyînî nehat dîtin. Çekên ku YPG werdigire wê nikaribe li hemberî me bikar bîne."
Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Brett McGurk di serdema Barak Obama de nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê bû û hê jî vê wezîfeyê didomîne. McGurk biguhere dê baş bibe. McGurk rasterast piştgiriyê dide PKK û YPGê.
Wezîrê tirk di dirêjiya axaftina xwe de ji bo îadekirina serekê FETO got: "Di mijara Gulen de rêvebiriya niha ji ya berê diristir e."
Basnews
