• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Bexda şandeke PDKê û YNKê beşdarî civînên bilind kir

Li Bexda şandeke PDKê û YNKê beşdarî civînên bilind kir
Endamek polîtburoya YNKê aşkera kir, li Bexdayê li gel berpirsên bilind ên Iraqê civiyane û çend pirsgirêkên giring gotûbêj kirine.

Endamê polîtburoya YNKê Ednan Muftî aşkera kir, du roj berî naha li ser daxwaza serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ew çûne paytext Bexdayê û beşdarî li civînekê kirine ku serokê encûmena wezîran û serokê parlamentoyê jî beşdarî civînê bûne.

Herwaha got wek nûnerê PDKê Fazil Mîranî jî amade bûye û wek cîgire serokomar Nûrî Malikî û Salih Mutleg û Emar Hekîm jî beşdarî civînê bûne.

Li gor gotinên Ednan Muftî di civînê de gotûbêj li ser çend pirsgirêkên giring hatiye kirin, herwaha pirsên helbijartina encûmena parêzgehan û parlamentoya Iraqê jî hatine gotûbêj kirin.

Basnews
Top