• Saturday, 21 February 2026
logo

Endamek rêveberiya PDKê helbijardeya nû ya çalak kirina parlamentoyê aşkera dike

Endamek rêveberiya PDKê helbijardeya nû ya çalak kirina parlamentoyê aşkera dike
Endamek rêveberiya PDKê amaje bi vê yekê dike ku PDK li gel çalak kirina parlamentoya Kurdistanê ye û di vê derbarê de gelek hewl daye, lê tişta ku mayî dikeve ser YNKê û Tevgera Gorran.

Endamê rêveberiya PDKê Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelek hewldan hene bo çalak kirina parlamentoyê û em li bendê ne ku ka dê çi bê kirin, PDK li gel çalak kirina parlamentoyê ye, lê top naha di himbêz Gorran û YNKê de ye, heval û birayên YNKê, li gel Gorran axaftine ku parlamento bê çalak kirin, lê birayên Gorran wek pêwîst gav neavêtine û li ser nêrîna xwe rijd in, lê webalê çalak kirina parlamentoyê dikeve ser Tevgera Gorran.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Hêvîdarim Gorran bi nermî tevbigere, Newşîrwan Mistefa hatiye û hêvîdarim tenduristiya wî baş be, li ser karên baş bifikire û xêr ji kurdan re bike, dawî li vê bêzarî û nîgeraniya xelkê bîne, parlamento çalak bibe û em hemû bikarin vê qonaxê ber bi pêşve bibin.’’

Wî rêveberê PDKê derbarê helbijardeya nû ya çalak kirina parlamentoyê de jî ji BasNewsê re got: ‘’Eger YNK bête ser xetê, xelkê din jî heye û eger Yekgirtû jî bê, wê demê pirsgirêk namîne bo çalak kirina parlamentoyê û pir rihet dibe, bila Gorran opozîsyon be, ji ber vê em û YNK piranî ne li parlamentoyê, ew 11 parlamenterên din li gel vê yekêne. Partiya Sosyalîst û Komîst û Tevgera Îslamî û aliyên sêyem li gel çalak kirina parlamentoyê ne. Ca eger em karûbarên referandomê ranawestînin û ev pirseke netewî ye û daxwaza gelê Kurdistanê ye, li gor min hemû xelkê Kurdistanê jî li gel referandomê ne, divê em vê yekê bikin.’’

Basnews
Top