• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: Bexda çi razî be çi na, divê referandom were kirin

Çavdêrekî siyasî: Bexda çi razî be çi na, divê referandom were kirin
Çavdêrekî siyasî dibêje, Bexda razî be yan razî nebe divê li Herêma Kurdistanê referandoma ragihandina serxwebûnê were encamdan.

Çavdêrê siyasî Dr. Buxarî Ebdullah ji malpera fermî ya PDKê re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, ew referandoma ku îsal tê kirin gelekî girîng e ji ber ku bi vê referandomê gelê Kurdistanê dide zanîn ku êdî naxwaze di bin destê Bexdayê de bimîne.

Dr. Buxarî Ebdullah her wiha gotiye, ji ber ku em vê gavê di çarçoveya Iraqê de ne divê em Bexdayê jî agahdar bikin. Helbet Bexda dê li dijî derkeve lê Bexda çi razî be çi razî nebe divê em referandoma xwe bikin û biryara xwe bi destê xwe bidin.

Wî çavdêrê siyasî daye xuyakirin ku ji bilî destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re divê di warê navdewletî de jî xebat were kirin da ku piştevaniyek zêdetir bo referandomê were komkirin.

Li gorî wî pisporê siyasî, divê îsal referandom were kirin ji ber ku êdî dema wê yekê hatiye û nabe kurd vê firsendê ji dest bidin.

Basnews
Top