• Saturday, 21 February 2026
logo

Pentagon: Li dijî PKKê piştgiriya me dê berdewam bibe

Pentagon: Li dijî PKKê piştgiriya me dê berdewam bibe
Piştî hevdîtina herdu wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê ya li Koçka Spî, Pentagonê ragihand, ku di tekoşîna li dijî PKKê de dê zêdetir alîkariya Tirkiyê bikin.

Roja 16ê Gulana 2017ê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis ligel hempişeyê xwe yê tirk Fikrî Işik li Koşka Spî hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya civînên şanda bilind a herdu welatan a di asta bilind de bû.

Piştî hevdîtinê Pentagonê ragihand, ku herdu wezîr di mijara tekoşîna li dijî PKKê de bi temamî hemfikir bûne.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de PKK weke “rêxistineke terorîst” pênase kir û diyar kir; “PKK bûye sedema kuştina hemwelatiyên bê tawan û serbazên Tirkiyê. Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di şerê li dijî PKKê de piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Tirkiyê dubare kiriye. Herwiha piştgirî da plana hemahengiya herdu welatan a li dijî PKKê.”

Di civînê de herwiha mijara Sûriyê jî hatiye gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya Pentagonê, herdu welat di mijara bidawîkirina şerê Sûriyê û rewşa xirab a mirovî, di heman nêrînê de bûne. Herwiha wezîrê amerîkî ji ber alîkariya koçberên Sûiyeyî, destxweşî li Tirkiyê kiriye.

Hêjayê gotinê ye, ku roja duh 16-05-2017, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Spî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinek pêk anî.

Tirkiye ji ber çekdayîna YPGê nîgeran e. Di civîna çepemeniyê ya Erdogan û Trump de, Serokomarê Tirkiyê behsa vê yekê kir lê Serokê Amerîkayê ehs nekir.

Rudaw
Top