Fethullah Gûlen:Erdogan zordariyê dike
Fethullah Gûlen hevdem di gel seredana Erdoganî jibo waşintonê, gotarek di rojnameya Waşinton post de belav kir û got: piştî rûdana pazdey tîrmehî, Erdogan bi awayekî sîstematîk zordariyê li kesên bêguneh dike û mafên kurd û çeprû û rojnamevan û ekadmiyan bin pê dike, jiyana nêzîkî sêsed hizar kesan jî serubin kriye.
Gûlenî diyar kir jî ku Tirkiya li ser rêya demokrasîyetê nemaye, pêdiviye Erdogan berî her tiştekî dest ji zordariyê ber bide û êdî bêy lêpirisîn û lêkolîn welatîyan ne êxe nava zîndanan.
War.tv
