• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterekî kurdê şebek rastî êrişa çekdarên Heşda Şeibî hat

Parlamenterekî kurdê şebek rastî êrişa çekdarên Heşda Şeibî hat
Parlamenterekî kurdê şebek rastî êrişa çekdarên Heşda Şeibî hat.

Parlamenterê kurd û nûnerê kurdên şebek li parlamentoya Iraqê Salim Şebek ragihandiye, li deşta Neynewa rastî êrişa komek çekdarên Heşda Şeibî hatiye.

Salim Şebek daye zanîn ku wan çekdaran li wî dane. Wî parlamenterê kurd behsa sebeba lêdanê nekiriye lê ragihandiye ku dê li dijî wan çekdaran li dadgehê gilî bike.

Wan çekdarên ku li wî parlamenterê kurd dane, di nav Heşda Şeibî de wek “Heşda Şebekî” tê nasîn ku piranî ji kurdên şîe yên şebek pêk hatiye.
Kurdên şebek li deşta Neynewayê dijîn. Piraniya wan şîe ne.


Basnews
Top