• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bo Rûdawê: Em destwerdana ti welatan li Kurdistanê qebûl nakin

Mesrûr Barzanî bo Rûdawê: Em destwerdana ti welatan li Kurdistanê qebûl nakin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, di bersiva pirsyareke Rûdawê re ragiahnd, hemû alî û partî piştgiriya lidarxistina referandumê dikin.

Mesrûr Barzanî ku di çarçoveya serdanekê de li Amerîkayê ye, li navenda saziya Heritage Foundation li Waşington a paytexta wî welatî semînarek pêşkêş kir.

Semînara ku Mesrûr Barzanî pêşkêş kir, bi navnîşana Nêrîna Kurdistanê derbarê “Iraqa Piştî DAIŞê” bû û tê de Barzanî amaje bi rewşa deverê piştî qonaxa nemana DAIŞê û dîzayna nû ya li deverê kir.

Piştî pêşkêşkirina gotara xwe di wê semînarê de, Mesrûr Barzanî di bersiva pirsyareke Rûdawê ya li ser naveroka civînên wî li Amerîkayê de, got: “Ez li ser hûrgiliyên civînên xwe yên li gel Encumena Asayişa Netewî, Şêwirmend û kesên din ku duh bi wan re civiyame, nakim, lê belê em gelek hatin piştevanîkirin ji aliyê Amerîkayê ve.”

Derbarê pirsgirêkên navxweyî û lidarxistina referandumê de jî, Barzanî diyar kir: “Derbarê gotûbêjên navxweyî yên me ji bo mijara referandumê, hewl hene û gotûbêj li gel her aliyekê tê kirin. Me çend civîn li gel hemû wan partiyên siyasî hebûne, ku dixwazin bibin beşek ji vê proseya niştimanî. Herwiha ji bo piştrastbûna ji bo gihîştin bi nêrîneke yekgirtî derbarê wê yekê de ku çawan me pêwîstî bi referandumê heye.”

Di gotara xwe ya ku di semînarê de pêşkêş kir, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyeke gelek baş li gel hemû cîranên xwe hebe.

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Lê belê em herwiha destwerdana her welatekê di karûbarên navxweyî yên xwe de red dikin. Ji ber wê jî ew yek helwesta me ya tekez û neguher e û em hêvîdarin ku Îran û welatên din rêzê li biryar û vîna gelê me li herêmê bigirin û ti nûneratiyekê jî ji bo çêkirina arîşeyên din çê nekin.”

Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Em li gel hemû ewên ku ji bo me mijar in, di diyalogê de ne. Em gotûbêjê li gel hemû aliyan dikin, ji bo ku wan piştrats bikin, ku me pêwendiyeke aştiyane li gel hemû cîranên xwe heye.”

Rudaw
Top