Mesrûr Barzanî: Em dixwazin paşerojek aram bo gelê xwe ava bikin
Di civîna şêwirmendê encûmena asayîşa netewî yê qesra spî Herbert McMaster û şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtinek pêkanîn û hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji ber piştevaniyê wan a ji herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re spasî li Amerîkayê kir û ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê dê wek hevpeymenek giring ê Amerîkayê bimîne.’’
Mesrûr Barzanî amaje bi peyvendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragehand, gelê Kurdistanê xwedî dîrokeke tal e li gel hikûmetên Iraqê, ji ber vê jî rêveberiya gelê Kurdistanê dixwaze paşerojeke aram bo gelê Kurdistanê ava bike.
Barzanî derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de jî ragehand; Em dixwazin projeyê bi awayeke hemin û aram û aştîxwaziyane pêkbînin.’’
General Herbert McMaster di civînê de ji Mesrûr Barzanî û şandeya li gel re ragehand, Washington keyfxweşe ji ber peyvendiyên li gel Hewlêrê û got: ‘’Peyvendiyên me yên bihêz li gel Kurd heye û em dixwazin bihêztir bikin.’’
Herwaha şêwirmendê serokê Amerîka Jared Kushner jî di hevdînê de amade bû û ragehand, gelê Kurdistanê û rêveberiya wê pêwîste bizane xwedî dostên başe li qesra spî ya Amerîkayê.
