• Saturday, 21 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Em Heşda Şebî naxwazin

Qaymeqamê Şingalê: Em Heşda Şebî naxwazin
Qaymeqamê Şingalê dibêje, bicîhbûna Heşda Şeibî li Şingalê, berovajî rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê ye, jixwe xelkê Şingalê jî jiwê yekê razî nînin.
Di heyama çend rojên borî de komek çekdarên Heşda Şebî li devera Şingalê bicîh bûne û li hember çeperên Pêşmerge çeper vedane.
Li ser vê yekê qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl diyar kir ku em naxwazin Heşda Şebî derbasî devera Şingalê bibe ji ber ku baweriya me bi wan nayê. Em dixwazin tenê Pêşmerge me biparêze û li wir bicîh bibe.
Mehma Xelîl her wiha got, jixwe bicîhbûna Heşda Şebî li Şingalê berovajî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye. Li gorî wê rêkeftinê nabe Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bibe.
Wî rayedarê êzîdî daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku nehêle Heşda Şebî, bi her hêcetekî dibe bila bibe, derbasî devera Şingalê bibe.
Top