Barzanî: Nabe ku Heşda Şeibî derbasî sînorê Şingalê bibe
Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Eniya Şingalê, Serbest Lezgîn beşdarî wê civîna Mesûd Barzanî ya bi fermandeyên pêşmerge û berpirsên Şingalê bûye û piştî civînê, ji heftenameya Rûdawê re axiviye ku di hejmara îro duşembî 15ê Gulanê de hatiye belavkirin.
Serbest Lezgîn derbarê naveroka wê civîna Barzanî û operasyonên Heşda Şeibî bo ser hin deverên Şingalê de ji Rûdawê re ragihand, di dema destpêkirina wê êrîşê de fermandeyekî Heşda Şeibî bi telefonê ew agahdar kirine, lê tenê behsa navçeya Qeyrewan û Beacê kiriye.
Lezgîn got, di wê pêwendiya telefonî de, wan jî ji fermandeyê Heşda Şeibî re gotiye, nabe ku hûn êrîşî wan navçeyên Kurdên Êzidî bikin, lê niha her du komelgehên Til Qesab û Til Benat dorpêç kirine.
Serpireştê Hêza Pêşmerge li Eniya Şingalê herwiha diyar kir, ku wan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzannî ji vê rewşê agahdar kiriye û Barzanî jî piştre li gel berpirsên ewlehî û leşkerî yên Şingalê civiya.
Serbest Lezgîn destnîşan kir, Barzanî di wê hevdîtinê de got, ku nabe Heşda Şeibî derbasî deverên Til Qeseb û Til Benat ên girêdayî Şingalê bibe.
Bi gotina Lezgîn, Barzanî herwiha di heman civînê de gotiye, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkevtinek heye, ku li gorî wê rêkevtinê divê Heşda Şeibî derbasî navçeyên Kurdên Êzidî nebe.
Serbest Lezgîn di beşeke din a vê hevpeyvînê de dibêje, ku Îran li pişt êrişên Heşda Şeibî û pêşveçûnên wê hêzê li sînorê navçeya Şingalê ye û dide xuyakirin, Îran hewl dide ji bo Sûriyê korîdorekê veke û vê plana xwe jî bi riya Heşda Şeibî cîbicî dike, ji ber ku tenê 60 kîlometreyan ji sînorê Sûriyê dûr in.
Lezgîn pêşbînî jî dike, ku Siûdiye, Tirkiye û Amerîka dê destêwerdanê di vê bûyerê de bikin.
Rudaw
