Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de behsa pêşveçûnên dawî ya şerê dijî terorîstên Da'îş li Mûsil û navçeyên dinê Iraqê kir, her wiha serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bilind nirxandin.
Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda hate nirxandin û tekez li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê ya li vê qonaxê da kirin.
