• Saturday, 21 February 2026
logo

Civata wezîran pîrozbahiyê li Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê dike

Civata wezîran pîrozbahiyê li Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê dike
Bi minasibeta 55 saliya damezrandina Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê, em bi germî pîrozbahiyê li Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê û tevaya mamosteyên birêz yên Kurdistanê dikin, bi hêviya ku ev helkefte bibe palderek ji bo xebata pîşeyî û medenî ya Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê germitir bibe û zêdetir xizmeta maosteyan û Kurdistanê bike.

Tevî hemû dijwarî û tengaviyan, mamosteyên Kurdistanê nehêla pirosesa xwendin û perwerdeyê bikeve û bi canê pêşmergane reftar kir û li ser perwerde û fêrkirinê berdewma bûn, em vê helwesta mamosteyên Kurdistanê bi qedir û rûmet dinirxînin. Em bi rêz û hurmet ve li xebat û tekoşîna mamoste û Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê ku li ser dema şoreş û qonaxên tekoşînê de bi serberzane rola xwe dîtiye û di vê rê de şehîd û qurbanî jî dene, dinêrin. Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê, îro, bûye rêxistineke ber çav a xwedî statuyek giran û tixûbê rêxistineke lokalî derbas kirine.

Em tekîd dikin ku tevî hemû pirsgirêk û dijwariyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zêdetir giringîdan bi sektora perwerde û fêrkirinê berdewam dibe, dê bi her awayî lêbixebite ku jiyan û jiyareke minasibtir ku hêjayî cî, wezîfe û rola pir giringa wan be, ji bo mamaosteyan dabîn bike.

Mamosteyên dilsoz îspat kir ku di hemû rewşên nazik û çarenivîsaz de mînaka xweragir in û ji bona misogerkirina paşerojeke geştir bo neviyên me, ew bi tu awayî teslîm nabin.

Careke din ev minasibete pîroz be, ji Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê û tevaya mamsteyên Kurdistanê re serkefitnê dixwazin.


Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
15.05.2017

Top