Serokwezîr pêşwazî li grûpa konferensa TEDx dike
Rewend Hisên, li ser navê grûpa ciwanan, kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serokwezîrê Kurdisraê re nîşan da û bi kurtî behsa encamên konferensê û xebatên paşerojê kir û di hemna demê de sipasiya piştevaniya serokwezîr ji bo lidarxistina wê konferensê li bajarê Hewlêrê, kir.
Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hemû wan ciwanên beşdarî di rêxistin û amadekirina konferensa TEDx a Niştimanî li Hewlêrê de kirî kir û hêvî xwest ku, dûr ji întîmaya siyasî, di kar û xebatên xwe de berdewam bin.
Serokwezîr diyar kir ku eger gêncên Kurdistanê, weke gêncên cîhanê, derfet hebe dikarin karên gelek baş bikin û hêvî xwest ku di paşerojê de kar, xebat û çalakiyên mezintir û baştir organîze bikin û hewil bidin bi kar û çalakiyên xwe hesta neteweyî li ba ciwanên kurd zêdetir bilind bikin, ji bona karên xwebexiş û xwepêgehnandinê ciwanan teşwîq bikin bi awayekî ku çavê wan bi tenê li ser hikûmetê enebe ku hikûmet hemû karan ji wan re bike.
