Peyama serokwezîrê Kurdistanê ji bo serokê nû yê Fransayê
Serkeftina birêz Macron di hilbijartinên Fransayê de, serkeftina hêviya bi milyonan hevwelatiyên fransayî û zêdetir mokimkirina bingehên Yekêtiya Ewropayê bû, geşbînî ji bo geşkirina aşitî û aramiya navdewletî bi xwe re anî.
Serok Macron, jinavbirina terorê li serê lîsteya kar û xebatên xwe de dan, Herêma Kurdistanê jî ku, di şerê dijî terorê de pêşeng e, dixwaze têkeliyên siyasî û hevahengiya leşkerî digel Fransayê xurtir bike daku aşitî û aramî li devera Rojhilata Navîn ku, deverek neram e, bi cî bibe.
Têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de hêjayî behiskirinê ne. Di nava sed salên borî de, dema gelê me di nava êş û azaran de bû, Fransa destê alîkariyê ji bo hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dirêj kir. Em bi hêvî ne ku, di dema seroaktiya birêz Emmanuel Macron jî de têkeliyên dualî zêdetir berfireh û geştir bibin.
Her bi vê minasibetê, ez dixwazim sipasiya serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande bikim ku siyaseteke navdewletî ya serkeftî peyrew kir û têkeliyên Fransayê digel Herêma Kurdistanê bihêz kirin.
Careke din pîrozbahiyê li gelê Fransa û serok Emmanuel Macron dikim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
14.05.2017
Hewlêr
