• Saturday, 21 February 2026
logo

Civata wezîran pirojeya avakirina leşkerek modern pesind kir

Civata wezîran pirojeya avakirina leşkerek modern pesind kir
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 14.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokartiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr civiya û pirojeya avakirina leşkere profesyonal pesind kir.

Di civînê de, Kerîm Şingalî wezîrê pêşmerge bi wekalet rapora pirojeyê jinûverêxistina pêşmergeyê Kurdistanê û avakirina leşker organîzekirî û profesyonal ku ji aliyê wezareta pêşmerge û pispor û şarezayên leşkeriyên welatên Amerîka, Birîtaniya û Almaniyayê ve hatibû amade kirin, pêşkeşî civînê kir.

Ew pirojeye ji 35 xalan pêk tê û stratejîya dirustkirina leşkerek hevdem û modern ji bo wezareta pêşmerge dabîn dike. Ew piroje ji aliyê komîteyeke taybetmedar a ser bi wezareta pêşmerge ku dawetî civînê hatibûn kirin, xal bi xal bi hûrgilî ji civînê re zelal kirin û diyar kir ku ew pirojeye ji bona yekxistin û rêxistina hêza pêşmerge di bin yek sîwaneyê de xalên gelek giring û bi qîmet in.

Serokwezîrê Kurdistanê, di vê çarçoveyê de, îşaret bi wê yekê kir ku, divê stratejîya emnî ya Herêma Kurdistanê bê pênase kirin ku, di vî warî de berçavên aliyên peywendîdar û welatên hevpeymanan ron bibe. Cîgirê serokwezîr jî karê wezareta pêşmerge û aliyên peywendîdar, ji bona amadekirina wê pirojeyê, bilind nirxand û bi pêwîstî xzanî ku ji bona bicîkirina wê pirojeyê mekanîzmek bê danan û bicîkirina wê ji aliyê desteyeke taybet ve bê serperiştî kirin.

Piştî ew piroje, pirojeyê reorganîzekirina wezareta pêşmerge, di civînê de bi tevayî hat nirxandin û gotûbêj kirin, ji aliyê beşdarên civînê ve hat pesind û qebûl kirin.

Di beşek din yê civînê de, wezîrê navxwe pilana stratejîk ya sê salî ya sîstema birêvebirina karesat û kirzan li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê nawenda hevbeşa hevahnegiya kirîzan a ser bi wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê digel bernameya geşepêdananê ya Neteweyên Yekgirtî, Ajansa hewarçûna medenî a Swêdê û Ajansa federalî ji bo hevkarî û teknîkî ya Almaniyayê ve hatiye amade kirin, pêşkeşê civînê kir. Ew pilan ji aliyê beşdarên civînê ve hat nirxandin û minaqeşekirin û ew xebaêtn wezareta navxwe bilind hatin nirxandin.

Qubad Talebanî behsa bicîkirina pirojeyê Biometry kir û got ku ew pirojeye 90% hatiye bi cî kirin û navê miaşgirên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya wê sîstema Biometry hatine qeyd kirin û qeydkirina navê yên ser bi serktora leşkerî jî ve di qonaxên dawiyê de ye.

Serokwezîr kar û xebatên desteya sîstema Biometry ku kêmasiyên sîstema miaşan çarser dike bilind nirxand û bi pêwîstî zanî ku hemû sîstema miaşan di ber çavan re bê derbas kirin.


Rudaw
Top