Serokê perlemantoya Ewropa: Da’iş di qonaxa şikestinê daye
Entonyo Tayanî ragehand; rêkxistina tîrorsitîya Da’işê di qonaxa şikestinê daye, lê di heman dem dixwazît bi çekdarên byanî hêrşên tîrorsitî li Ewropayê bike.
Got jî: armanca Da’işê têkdana seqamgîriya derdora Derya Sipî ye, pêdivîye hemû alî jî pêkve wê yekê nîşa biden, ku behayên wan ji tîrorê bihêztrin.
Serokê perlemantoyê Ewropa ragehand; bi pêşveçûna Aborî û dîtna delîvên Karî û herwesa damezrandina fermanberan, jêderên Mrovî ji bo rêkxistinên tîrorsitî namînin û got: pêdivîye karekê rijd li ser wî babetî bhêt kirin.
War.tv
