Şandeke bilind a Kurdistanê li gel rêveberiya Donald Trump dicive
Şandeya Kurdistanê bi serokatiya şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên ve dê serdana Washingtonê bike û ji wê derê jî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Ebdulrehman dê di wê serdanê de hevrêyê wan be.
Şande gelek hevdîtin û civînan dê li gel berpirsên bilind ên qesra spî, wezareta derve û berevanî ya Amerîkayê dê pêkbîne û gotûbêja rewşa herêma Kurdistanê, şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û pêşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê dê gotûbêj bike.
Basnews
