• Saturday, 21 February 2026
logo

Gotinên Rêberê Şîe, krîstiyanên Kurdistan û Iraqê şok kir!

Gotinên Rêberê Şîe, krîstiyanên Kurdistan û Iraqê şok kir!
Serokê Dîwana Weqfa Şîeyan Ela Mûsewî di gotarekê de got, ku divê li dijî kesên ne misliman cîhad were kirin, an bibin mûsliman an jî bacê bidin. Krîstiyanên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li hember van gotinan nerazîbûna xwe nîşandan û daxwaz kirin ku Mûsewî lêborînê bixwaze.

Serokê Dîwana Weqfa Şîe Ela Mûsewî di dema pêşkeşkirina gotarekî de got: “Divê li hember kesên bê bawer ên xwedan kitêb, an ku krîstiyan û cihûyan cihada bîr û baweriyê were kirin. Divê wan bikin misliman. Jiber ku li gorî îslamê 3 bijarde li pêşiya wan heye. An divê bibin misliman, an divê cizziye, bacê bidin, an jî divê li hember wan cîhad were kirin.”

Mûsewî harwiha got: “Eger ew werin rêkeftinê jî divê rêkeftina wan ligel Welî Emîr be, ku ew jî fermanrewayê mislimanan e, pêxember an jî pêşengê olî ye. Heman awayî divê danûstandin ligel sabiî û mecûsiyan jî were kirin.”

Krîstiyanan nerazîbûn nîşanda

Gotinên Serokê Dîwana Weqfa Şîeyan rastê nerazîbûna tund a krîstiyanên Iraq û Başûrê Kurdistanê hat.

Serokê Giştî yê Tevgera Babilionê ya Iraqê Reyyan Kildanî, ku xwediyê grûbeke çekdar ê mesîhiye û di nav Heşda Şeibî de cîh digre diyar kir, ku van gotinan ew şok û mat kirine.

Reyyan Kildanî diyar kir: “Em li hember ola Îslamê û Qur’ana pîroz rêz digrin. Em daxwaz ji Mûsewî dikin, ku bila nêrînên xwe liber çavan re derbas bike. Ev nêrîn herwekî nêrînên DAIŞê ne. Divê Mûsewî daxwaza lêborînê ji krîstiyanên Iraqê bike.”

Serokê Freaksiyona Werka ya Parlamentoya Iraqê Joseph Silêva jî nîgeraniya pêkhateya krîstiyanan anî ziman û bi bîr xist, ku ev gotin ji berpirsê saziyeke destûrî û yasayî ve hatine kirin lewma nayê qebûlkirin.

Joseph Silêva got: “Ev gotinên Ebûbekir Bexdadî bûn, ku birêz Mûsewî jî vegot. Em ne li hêviya gotinên wiha bûn. Pêwîstiya me heye ku em xwe ji hemû awayên DAIŞê biparêzin. DAIŞ tenê ne leşkerî ye, herwiha hizrî û fikrî ye. Metirsî ew e, ku hinek kes van peyvan bikar tînin, ku heman peyvên hizra DAIŞê ne. Van gotinan fiqha kevin derdixin, ku zêdetirî hezar û 400 sal biser de derbas bûye.”

Krîstiyanên Iraq û Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin, merci’ên şîe yên Necef û Kerbelayê nehêlin gotarên rik, kîn û dijminatiyê çêdike, werin kirin. Herwiha giliya xwe digihînin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Rudaw
Top