Parlamenterekî Kurd:Bi helweşandina Heşdî Şebî aramî li seranserî Iraqê vedgere
Endamê Lîcneya navxwe û Asayîş li Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand ku, bi helweşandina Heşdî Şabî aştî û aramî li hemû Iraqê vedgere, da zanîn ku, Heşdî Şabî cihê metirsiyê ye li ser Herêma Kurdistanê, ji ber her dem hewla dûrstkirina alozîyan dike.
Berî niha Rêberê Rewta Ser Mûqteda Sedir daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar kiribû ku, piştî bi dawîbûna şerê DAIŞê Heşdî Şebî were hilweşandin.
Herwiha wî parlamenterî diyar kir, nabe ti aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê destkeftên gel bikin qorbanî ji berjewendiyên partiya xwe re, eger Herêma Kurdistanê aram be hemû aliyên siyasî li nav Herêma Kurdistanê wê parastîbin.
basnews
