ŞERÊ MÛSILÊ – Ji 3 malbatan tenê xwîşk û birayek rizgar dibin
Di nav germ û gura agirê şer de, tenê rêyeke xeter û metirsîdar ji bo reva mirovên sivîl hatiye vekirin. Çekdarên DAIŞê bi qenas û çekên din gulle biser mirovan de dibarînin. Rêya revê, rêya man û nemanê ye.
Gelek dayik û bav, jiber agirê DAIŞiyan mirin û zarok sêvî man. Ewên reviyane, ev demeke dirêje ji av û nan bê par in.
Mûsilî bi birçî û tîn, ji mirinê direvin. Jinekê pîr, jiber germê bê nefes maye û li erdê ketiye. Êdî çokên wê nikarin wê rakin.
Dayikek ji tirsa mirinê zarokê xwe bicîh dihêle. 6 zarokên ku ji nav şer hatine rizgarkirin jî bê dayik û bav mane. Dayik bavên wan hatine kuştin û xelk nizane wan bişîne ku derê. Pîremêrek bi birîndarî ketiye, di nav taya mirinê de ye.
Ji rexekî ve jî 3 malbat bi hevre derketine vê rêya xeter. Lê tenê nûciwanek û xwîşka wî karîne xwe rizgar bikin. Lê herdu jî birîndr in. Hemû endamên van 3 malbatan bûne qurbanê vê karesatê.
Rûdaw di bernameya Red Line de van çîrokan hemûyan û dîmên raste rast ên şerê Mûsilê radixe pêş çavan.
Bernameya Red Line roja Çarşemê, 16ê Gulana 2017, dê liser ekranên Rûdawê be.
Ruda
