• Saturday, 21 February 2026
logo

HDP û AKP li dû hev kongireyên awarte li dar dixin

HDP û AKP li dû hev kongireyên awarte li dar dixin
Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) kongireyeka awarte li dar dixe. AKP jî roja paşîn kongireyeka awarte li dar dixe.

HDPê ragihandiye ku dê roja 20 vê mehê kongireyeka awarte li dar bixin, sebeba wê jî ew e ku parlamenterî û serokatiya hevseroka girtî ya HDPê Fîgen Yûksekdag ji aliyê dadgehê ve hatiye betalkirin.

Sîstema rêveberiya HDPê, hevserokatî ye. Li gorî rêzikanemya wê partiyê, gava yek ji hevserokan bi her awayekî nekarî li ser kursiya xwe bimîne, wê çaxê dive di kongireyeka awarte de hevserokekî/a nû hilbijêre.

Tê zanîn hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û komek parlamenterên wê partiyê bi hêceta “propagandeya rêxistina terorê” hatine girtin, parlamenteriya hinek ji wan jî hatiye betalkirin.

Partiya Dad û Geşedanê (AKP) jî roja 21 vê mehê yanê rojekî piştî kongireya HDPê, kongireya xwe ya awarte li dar dixe.

Di kongireya awarte ya AKPê de, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku roja 2 vê mehê dîsa bû endamê partiyê, dê wek serokê giştî yê partiyê were hilbijartin û li dewsa serokê niha yê partiyê Bînalî Yildirim rûnê.

Basnews
Top