• Saturday, 21 February 2026
logo

Koreya Bakûr: Em dikarin Amerîkayê re diyalog daynin

Koreya Bakûr: Em dikarin Amerîkayê re diyalog daynin
Dîplomatê Koreya Bakur ku ji têkiliyên Amerîkayê berpirsyar e Choe Son Hui ragihand ku di şertên rast de em dikarin bi Amerîkayê diyalogê deynin.

Dîplomat Choe Son Hui dema ji Norveçê diçû Pyongyangê li paytextê Çînê li Pekînê bersivên rojnamevanan da. Choe li hemberî pirsa ‘gelo hûnê bi Serokê Amerîka yê nû Donald Trump re hevdîtinê bikin' got: "Dema şert çebûn em ê diyalogê deynin."

Choe Son Hui di bersevdayîna pirsa ‘li Koreya Başûr Moon Jae-inê hevalbendê diyalogê bû serokê welat hûn ji bo pêwendiyên navbera herdu dewletan amadehiyan dikin' got: "Em ê temaşe bikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo krîza ku Koreya Bakur ceribandinên nûkleerî pêk tîne gotibû ‘em ê rêyên dîplomatîk hilbijêrin.' Herwiha Trump jî gotibû di binê şertên rast de ez dikarim bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinekê bikim.

Basnews
Top