Du berpirsên leşkerî yên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyên ji aliyê YJA-Star (Yekîneyên Jinên Azad) ên baskê leşkerî yên hêzên jin ên PKKê rojên 26 û 28ê meha borî balefirên şer ên Tirkiyê zincîre êrîşek pêkanîn û di wan êrîşan de du endamên Konseya leşkerî yên YJA-Star jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha hate aşkera kirin di encama wan bombebaranan de du jinên berpirsên leşkerî yên bi navên Nalîn Muş û Hêlîn Dersîm jiyana xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên ji malperên nêzîk PKKê hatine belav kirin, Nalîn Muş xelkê Muş a bakûrê Kurdistanê ye û di sala 1993ê beşdarî PKKê bûye, Herwaha Hêlîn Dersîm jî xelkê Dersîmê ya bakûrê Kurdistanê ye û sala 1997ê beşdarî PKKê bûye.
Basnews
