Ûca: Em biryara xistina parlementeriya Aydogan qebûl nakin
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca di daxuyaniyê de diyar kir ku; parlementer ji aliyê gel ve tên hilbijartin û girtina parlementeran û xistina parlementeriyê biryareke siyasî ye û ew vê biryarê nas nakin.
Ûca di dewama axaftina xwe de amaje kir ku; heman dadgeh biryara girtina wekîlên HDP’ê dide, hemam dadgeh wan berdide û dîsa heman dadgeh ji berdana wan re îtîraz dike û careke din biryara girtina wan dide.
Dadgeha duyemîn a Diyarbekirê Parlementera HDPê tohmetbar dikir ku tevlî çalakiyên neyasayî bûye û endamê PKKê ye. Ji ber vê yekê 4 sal û 8 meh cezaya zindanîkirinê dabû Aydoganê.
Dadgeha sêyemîn a Dîlokê jî cezaya Aydoganê pesend kir. Biryara dadgeha Dîlokê li Parlementoya Tirkiyeyê hate xwendin û mafê parlementeriyê ji destê wê hate standin.
K24
