Serokwezîrê Tirkiyê bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê hevdîtinek pêk anî
Li gor agahiyan Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji bo ku beşdarî Konferansa Somaliyê bibe li Londonê paytexta Birîtanyayê ye û li wê derê bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattîs re hevdîtin kir.
Hevdîtina Binalî Yildirim û Jim Mattîs li avahiya Lancaster Houseyê li Wezareta Karên Derve ya Birîtanyayê birêve çû.
Hat ragihand ku hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bû û derdora 30 xulekan berdewam kir.
rudaw
