Jineke Kurd li Almanyayê bû namzeda parlementoyê
Bêrîvan Aymaz ji Bakurê Kurdistanê bajarê Çewlîkê ye. Di sala 2009an de bûye endama Partiya Keskan û niha di lîsteya vê partiyê de bûye namzeda parlementeriya Parlementoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen.
Aymaz ji Rûdawê re ragihand: “Ez weke keseke ji paşxana kurdî dema siyasetê dikim, ez bi aşkere dibêjim di nav siyaseta keskan de siyasetmedareke kesk im. Ev tê wê wateyê ku ez siyasetê ji bo nirxên keskan, berjewendî û qenaetên keskan û herwiha ji bo bernameya keskan dikim.”
Bêrîvan Aymaz mîna gelek kurdên din ên li Almanyayê, giliya nerêxistiniya penaberên kurdan dike û dixwaze bi endambûna Parlementoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen xizmeta civaka kurd a li Almanyayê bike.
Namzeda kurd Bêrîvan Aymaz diyar kir: “Rêxistinên kurdan ên civaka sivîl, li Almanya û Eyaleta Nordrhein-Westfalen divê bihêztir destê xwe ji bo pêwîstî û berjewendiyên civaka kurdan dirêj bikin.”
Herwiha hin welatiyên Almanyayê jî dixwazin Bêrîvan nûnertiya wan bike.
Welatiyekî Almanyayê yê bi navê Hanis Sichwanitiz destnîşan kir, Bêrîvan bi salan e ji bo pir-rengiya wî bajarî di Encumena Bajarê Kolnê xebatê dike û got: “Li Kolnê xwedî li her kesî derdikeve û ji bo tevahiya xelkê û çînên Kolnê dixebite. Ji bo Bêrîvanê, ne xem e ku ev ji xelkê ku derê ye, bi eslê xwe ji ku ye yan jî li kîjan taxê dijî. Ew dixwaze ji bo her kesî kar bike.
Herwiha Bêrîvan li ser kampanyaya ku li dar dixe got: “Em hewl didin bînin bîra xelkê ku roja 14ê mehê hilbijartin hene û pêwîst e ew biçin dengdanê. Hîn ev ji bo gelek kesan ne giring e. Me beşdariyeke bilind a hilbijartinan nîne, lewma jî giring e ku bînin bîra xelkê 14ê Gulanê hilbijartin heye û divê herin dengê xwe bidin. Herwiha em bangê jî li wan dikin ku partiyên demokrasîxwaz hilbijêrin, ev jî gelek giring e ji ber ku di van demên dawî de partiyên popolîstî gelek deng bi dest xistin.”
Li Parlementoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen 181 kursî hene û li wê eyaletê mafê 13 milyon û 100 hezar kesan heye ku dengê xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye ku bavê Bêrîvan, Sait Aymaz jî Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Çewlîkê bû.
Rudaw
