Biro: PYD bi çek xwe ferz kiriye, ti rewatiyê nadinê
Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê konferanseke rojnamevanî lidar xist û tê de Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, “Berî 3 rojan nivîsgeha Emîndariya Giştî li Qamişlo hate vekirin, çekdarên PYDê duh jî êrîşî wê nivîsgehê kirin û ew nivîsgeh girtin û 13 endamên ENKSê binçav kirin.”
Biro got, “Ev kiryarên ku PYD dike, ferzkirina rewabûna xwe di riya çekdarî re ti carî biser nakeve. Rêveberiya ku li Kurdistana Sûriyê heye daxwaza wergirtina moletê ji bo vekirina nivîsgehan dike. Em wek ENKSê jî dibînin ew rêveberî ne rewa ye. Aliyekî siyasî ye û xwe bi hêza çekê li ser gelê me sepandiye û dixwaze hemû nêrîn û aydolojiya xwe ya siyasî li ser Kurdistana Sûriyê ferz bike.”
Nûneratiya ENKSê got jî: “Tiştê ku PYDê di van salên dawî de kiriye, rêjîma Beis nikarî bû di 60 salî de bike. PYD di 5 salên dawî de kuştin kir, herêmên Kurdî ji xortên Kurd vala kirin, girtin kir û xelk penaber kir.”
Biro amaje bi alîkariyên leşkerî yên Amerîka ji YPGê re kir û got: “PYD wê alîkariya ku pê re tê kirin bo şerê DAIŞê, wek derfetekê xistiye destê xwe ku Kurdistana Sûriyê ji tevgera siyasî ya Kurdî vala bike.”
Li dawiyê, Biro banga hêz û partiyên her çar perçeyên Kurdistanê kir, ku li ber kiryarên PYDê rawestin, ku Kurdistana Sûriyê li ser destê PYDê ji gelê wê tê valakirin. Herwiha Biro banga welatên cîhanê kir û Amerîka bi taybet ku nabe bo şerê terorê alîkariya aliyekî bike û ew alî bixwe karên teroristî li dijî miletê xwe dike.
K24
