• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye: Em qebûl nakin Amerîka alîkariya YPGê bike

Tirkiye: Em qebûl nakin Amerîka alîkariya YPGê bike
Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ew qebûl nakin Amerîka alîkarî û çekan bide YPGê ji ber ku YPG basekî “rêxistina terorîstî” ya PKKê ye.

Duh Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, serokê Amerîka Donald Trump rizamendî li ser wê yekê nîşan daye ku ji bo operasiyona azadkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê, alîkarî û çek bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bên dayîn.

Li hember vê yekê, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Nûredîn Canîklî nerazîbûn nîşan da û ragihand, Tirkiye vê yekê qebûl nake ji ber ku YPG baskekî rêxistina terorîstî ya PKKê ye. Amerîka bi vê yekê alîkariya PKKê dike.

Canîklî her wiha got, em hêvîdar in Amerîka xeletiyên xwe bibîne û êdî alîkariya PKKê neke.

Basnews
Top